Serok Barzanî pêwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê kir

Di civînê de behsa metirsiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî û şanda pê re kir ku ji Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ferîq Rukin Ebulemîr Şimerî û Cîgirê Dezgeha Asayişa Niştimanî Hemîd Şetrî û Rêveberê Desteya Plandanan a Operasyonên Hevbeş Lîwan Rukin Seid Neîm Ebdula pêk hatibû.

Di civînê de behsa metirsiyên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û xetên temasê di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat kirin.

Di civînê de têkezî li ser hemahengî û karên hevbeş di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de bo rûbirûbûna terorîstan hat kirin û li ser nehîştina astengî û arîşeyên li hember hemahengiyê jî hat axaftin.

Di beşeka din ya civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û rewşa Şingalê jî hat guftûgokirin.