72 karmendên tîma teknîkî ya F-16ên Iraqê, bo Hewlêrê hatin veguhestin

Piştî êrîşa mûşekî ya komên çekdar ya li dijî binkeya esmanî ya Beled a li bakurê Bexdayê, îro kompaniya Lockheed Martin 72 karmendên xwe yên li wê binkeyê veguhestin Hewlêrê.

Hewlêr (K24) – Piştî êrîşa mûşekî ya komên çekdar ya li dijî binkeya esmanî ya Beled a li bakurê Bexdayê, îro kompaniya Lockheed Martin 72 karmendên xwe yên li wê binkeyê veguhestin Hewlêrê.

Jêderekî serbazî yê Iraqê ji K24ê re ragihand; îro tîma teknîkî ya firokeyên F-16 yên artêşa Iraqê, ku karmendên Lockheed Martin in, bo Hewlêrê hatin veguhestin.

Kompaniya Lockheed Martin, kompaniyeke mezin a lojîstîk û ewlehî û serbazî ye li binkeya serbazî ya Beled a li bakurê Bexdayê.

Peywira wê kompaniyê rahênan û aktîvkirin û çareserkirina kêşeyên teknîkî yên hêzên esmanî yên Iraqê ye, bi taybetî ji aliyê bikaranîn firokeyên F-16.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh di kana fermî ya El Iraqiye de ragihand ku ji ber metirsiya komên çekdar û êrîşên mûşekî yên bi ser binkeya esmanî ya Beledê de dikin, kompaniyên mezin ên ewlehiyê biryar dane û ku karmendên xwe ji Iraqê vekişînin û ev jî zirarê dide Iraqê.

Berî niha, K24ê ji zarê jêderekî agahdarê karên kompaniyên ewlehiyê yên biyanî ragihandibû ku kompaniya Lockheed Martin ji bo vekişîna ji Iraqê amadekarî dike.

Tevî wan êrîşên mûşekî yên ji destpêka îsal ve komên çekdar bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de kirine, rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî Hewlêr aram e û gelek kompaniyên biyanî wisa difikirin ku dema metirsiyên ewlehiyê li ser wan çêbibe, Bexdayê bi cih bihêlin û berê xwe bidin Hewlêrê.