Balyozê Brîtanyayê: Em destwerdanê di karûbarên Iraqê de nakin

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey red dike ku mebest ji daxuyaniya wî, destwerdana di karûbarên Iraqê be û diyar dike ku daxuyaniya wî xelet hatiye şîrovekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey di civîna xwe ya ligel Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî de red dike ku mebest ji daxuyaniya wî, destwerdana di karûbarên Iraqê be û diyar dike ku daxuyaniya wî xelet hatiye şîrovekirin.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê ragihand: “Qasim Erecî ji Balyozê Brîtanyayê re gotiye em destwerandanê di karûbarên Iraqê de qebûl nakin û naxwazin serweriya Iraqê bikeve bin desthilata welatên din.”

Li gor ragihandinê, li hember wî, Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey ragihandiye: “Brîtanya rêz li serweriya Iraqê digre û piştevaniyên wê jî ji bo bihêzkirina hakîmiyeta hikûmeta Iraqê ye bi ser temamê axa Iraqê de.”

Çend roj berê, Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey ragihandibû ku niha demeke guncaw nîne ji bo hilbijartinan. Herwiha rexne jî li Hikûmeta Iraqê girtibû ku nekariye komên çekdar di bin sîwana xwe de bihêle.

Stephen Hickey gotibû: “Li şûna dewletdarî, komên çekdar serekiyên rêvebirina welat kontrol kirine.” Van gotinan jî nîgeranî li cem gelek aliyên siyasî yên Iraqê çêkiribû û weke binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kiribûn.