DMME: Mafê raderbirînê yê Denîz Nakî hatiye binpêkirin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê yarîzanê berê yê Amedsporê Denîz Dêrsim Nakî de biryar da ku mafê raderbirînê û mafê daraza bidad hatiye binpêkirin.
Denîz Nakî
Denîz Nakî

Diyarbekir (K24) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê yarîzanê berê yê Amedsporê Denîz Dêrsim Nakî de biryar da ku mafê raderbirînê û mafê daraza bidad hatiye binpêkirin. Parêzerên Denîz Nakî dan zanîn ku ew ê hewl bidin ku di dozê de mijara cudahîxistina navbera neteweyan de jî were berçavgirtin.

Di sala 2006an de piştî maça Bursaspor û Amedsporê, Amedspor bi ser ketibû û yarîzanê Amedsporê Denîz Dêrsim Nakî ji hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kiribû. Li ser wê peyamê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê derbarê Denîz Nakî de biryar da ku bo 12 yariyan ji futbolê were durxistin û bo Amedsporê jî 19 hezar û 500 lîre wek siza hatibû nivîsîn.

Parêzerên Denîz Nakî jî derbarê sizadanê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz vekirin. Parêzer Soran Haldî Mizrak dibêje ji ber ku bi awayeke eşkere mafê raderbirînê hatibû binpêkirin wan jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan.

Parêzer Soran Haldî Mizrak ji K24ê re diyar kir: “Sedema sereke ya serîlêdana me ya bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ew bû ku êrîşên hember Amedsporê êdî gelek zêde bibûn û me xwest êdî êrîş û helwestên nijadperest bisekinin. Amedspor tîmek ku bi rengên xwe û bi zimanê xwe nunertiya Kurdan dike ye, Denîz Nakî jî Kurd e. Ji ber vê yekê Federasyona Futbolê Ya Tirkiyeyê biryara sizadanê dabu. Ev biryar dê rê bide ku pergala rêvebirinê ya Federasyona Futbolê jî were nîqaşkirin.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê piştî 5 salan biryar da û got mafê raderbirînê yê Denîz Nakî hatiye binpêkirin û bi awayeke dadperwerane nehatiye darizandin û bo Tirkiyeyê jî bi tevahî 8 hezar û 58 lîre siza hate birrîn. Parêzerê Denîz Nakî Neşet Gîrasun anî zimên ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan girîng e.

Parêzer Neşet Gîrasun diyar kir: “Biryarên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ji bo venêrîna darazê girtî ne. Ji ber wê hat gotin ku Denîz Nakî bi awayeke dadperwerane nehatiye darizandin. Cara yekem e ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di mijareke furbolê de ya ku aliyê wê yê siyasî jî heye biryara binpêkirina mafê raderbirînê daye. Ji vî aliyî ve jî girîng e.Divê Tirkiye pabendê vê biryarê be û cîbicî bike.Amedspor bi salane rastî nijadperestiyê tê û cara yekem e ku bi biryarek hiquqî mexduriyeta Amedsporê hat qebûlkirin.”

Parêzerên Denîz Nakî dibêjin ew biryara dadgehê erênî dibînin lê aliyên wê yên kêm jî hene ku ew ê hewl bidin ew alî jî werin tijekirin. Parêzer dibêjin wan di serîlêdanê de gotibu di Federasyona Futbolê Ya  Tirkiyeyê  cudahiyê dixe navbera neteweyan de û di di sizadana Amedspor û Denîz Nakî de bandorên siyasî jî hene lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ev xal berçav negirtiye.