Mesrûr Barzanî û Jeanine Plasschaert tekeziyê li ser cibicîkirina destûr dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20.5.2021ê pêşwazî li Nûnera taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di hevdîtinê de, behsa rewşa Iraqê bi giştî û pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin. Her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingehê destûrê kirin.

Rola erênî ya Neteweyên Yekgirtî di çareserkirina arîşeyan, hilbijartinên bê yên Iraqê û rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê de tewerên din ên hevdîtinê bûn.