Serok Barzanî pêşwazî li Dr. Elî Qeredaxî kir

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasî yên dawîyê hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhaniya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî û şandeke hevbeş a Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Tevgera Mirovî li Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasî yên dawîyê hatin guftûgokirin.

Her di vê hevdîtinê de behsa karûbarê xêrxwazî û girîngiya rêxistinên mirovî û xêrxwazî di alîkariya civaka Kurdistanê de hat kirin. Herwiha tekez jî li pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilind ên civakê û pêşxistina perwerdeya tendirust û niştimanî kirin.

Hêjayî gotinê ye di vê hevdîtinê de Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî û endamên Polîtburiyê Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed amade bûn.