ENKS: “Dezgehên ewlekariyê yên PYDê endamekî me revand”

ENKS: Divê PYDê dest ji van kiryarên çavtirsandinê yên ku tenê dikevin xizmeta dijminên gelê kurd berde.
Endamê Xwecihiya Çilaxa ya ENKSê Ebdulxefar Mihemed
Endamê Xwecihiya Çilaxa ya ENKSê Ebdulxefar Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, dezgehên ewlekariyê yên ser bi PYDê ve endamekî Xwecihiya Çilaxa ya ENKSê ji duh ve revandiye.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, dezgehên ewlekariyê yên ser bi PYDê ve şeva borî endamê Xwecihiya Çilaxa ya ENKSê Ebdulxefar Mihemed ku di heman demê de ew endamê Komîteya Herêmê ya PDK-Sê ye revandiye.

Derbarê çawaniya revandinê de, Sekreteriya Giştî ya ENKSê da zanîn, dema Ebdulxefar Mihemed û hevjîna xwe bi otomobîla xwe li ser riya Rimêlan – Qamişlo bûn, dezgehên ewlekariyê yên ser bi PYDê ve Mihemed û otomobîla wî li nêzîk gundê Şebek revandin û hevjîna wî jî li ser rê hîşt, dema xelkê gund li derdora wan kom bûn jî, çekdaran gule bi esman de avêtin û Mihemed ber bi cihekî nediyar ve birin.

Di daxuyaniyê de aşkerekirin, Ebdulxefar Mihemed pêştir di 28ê Adara borî de jî hatibû revandin û gefa berdana kar û xebata di nava PDK-S û ENKSê de lê hatibû xwarin.

ENKSê di daxuyaniya de dibêje: “Em van kiryarên teroristî yên li dijî nirxên mirovahiyê ne bi tundî şermezar dikin.” Herwiha ENKS diyar dike jî, “PYD bi van kiryaran dixwaze atmosfera guncaw a diyaloga kurdî têk bide ku PYD bi zelalî naxwaze ev diyalog berdewam bibin.”

ENKS di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaza azadkirina Ebdulxefar Mihemed û hemû girtiyên siyasî di zîndanên PYDê dike û dibêje, divê PYDê dest ji van kiryarên çavtirsandinê yên ku tenê dikevin xizmeta dijminên gelê kurd berde.