Kabîneya nehem û bi dehan projeyên xizmetkirinê li Silêmanî, Helebce û îdareyên Raperîn û Germiyanê

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê budceyeke hêja ji bo van projeyan hatiye dabeşkirin û hinek ji projeyan di qonaxa dawîyê de ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka destbikarbûna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û heta niha ve, bi dehan projeyên xizmetkirinê li her du parêzgehan Silêmanî û Helebce û her du îdareyên serbixwe Germiyan û Raperînê ketine warê cibicîkirinê. Ji bo wê mebestê jî, budceyeke hêja hêja hatiye veqetandin. Beşek ji wan projeyan bi dawî bûne û beşek jî hîn kar lê berdewam e.

Parêzgeha Silêmaniyê:

Riya 100 metrî ya Silêmaniyê, yek ji projeyên stratejî yên girîng ên kabîneya nehem e, roja 11.07.2020an ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve kevirê binyatê ji wê projeyê re hat danîn. Ew proje, dibe sedema kêmkirina qerebalixî û kêmkirina bûyerên çûnûhatinê li ser rê û kolanên Silêmaniyê.

Dîzayna beşekê ji riya 100 metrî ya Silêmaniyê

Riya 100 metrî dibe yek ji mezintirîn projeyên parêzgeha Silêmanîyê. Bi tora rê û kolanên pê ve dirêjahiya wê digihe 146 kîlometran. Bi sê qonaxan û bi giştî bi 400 miliyar Dînar bi cih dibe.

Berpirsên çûnûhatinê yên Silêmaniyê diyar dikin, bi dawîkirina projeyê re, dê heta 20 salên din jî, pirsgirêka bûyerên çûnûhatinê li Silêmaniyê kêm bibin.

Di kabîneya nehem de jî hikûmetê giringîyeke mezin daye avedankirin û nûkirina rêyan, ji ber ku xirapî û têkçûna rêyan, yek ji gilîyên berdewam ên welatîyan bûye.

Di sala yekem a kabîneya nehan de, hikûmetê 166 milyar Dînar ji bo nûkirin û çêkirina rêyên herêma Kurdistanê xerc kirine.

Mesrûr Barzanî dema danîna kevirê binyadê yê riya 100 metrî
Mesrûr Barzanî dema danîna kevirê binyadê yê riya 100 metrî

Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina wê projeyê de ragihand, “Ev proje yek ji projeyên stratejîk a Hikûmetê ji bo bajarê Silêmaniyê yê xweşewîst e. Hikûmet bê cudahî girîngî daye hemû navçeyan, lê piştî destpêkirina karê me, hin qeyran hatin pêş, ku rêgirî li gelek projeyên hikûmetê kir, lê destpêkirina vê projeyê, nîşana berdewamiyê ye û nahêlin ti qeyran û asteng li pêş me raweste, kabîneya me xizmetkarê hemû aliyan e.”

kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma kurdistanê giringiyeke taybet daye avedankirin û nûkirina rêyan li Herêma Kurdistanê û di dema derbasbûyî de 79 proje nû kirin ku 43 milliyar Dînarên Iraqî jê hatibûn veqetandin û di heyama 70 rojan de bi cih bûne.

Parêzgeha Helebce:

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi 30 milyar dînaran çendîn projeyên xizmetkirinê ji bo parêzgeha Helebce dikevin warê bicîhkirinê ew proje di sektora elektirîkê, av û averû, rê, nûkirina dibistanan û gelek projeyên din de ne û girîngtirîn proje jî ku sûdeke mezin bo parêzgehê heye, çêkirina pira Tuqutê ye.

Pira Tuqutê, projeyeke stiratejîk a giring e ji bo parêzgeha Helebçe, hatiye dîzaynkirin û temamkirin û tenê pêdaçûna dawîyê ji nexşeya wê re maye ta kevirê binyadê ji vê projeyê giring re were danîn. Herwiha çendîn projeyên din jî di warên rê û av û averû de li wê parêzgehê hatine nûjenkirin.

Îdareya Raperîn:

Li devera Raperîn jî, projeya Pira Derbendî Raniya yek ji girîngtirîn û stratejîktirîn projeyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di 13ê Cotmeha sala borî de kevirê binyadê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû danîn, niha ji sedî 35 ji karên pireyê bi dawî bûne û kompanyaya cibicîkar di karên xwe de berdewam e û biryar di heyama sal û nîvekê de ew proje bi dawî bibe.

Projeya Pira Derbendî Raniya - Bingerd yek ji projeyên girîng û stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ew proje îdareya Raperîn bi qezaya Dûkanê ve girê dide û ji wir jî bi parêzgeha Silêmaniyê ve girê dide.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dema danîna projeya pira Derbendî Raniya - Bingerd
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dema danîna projeya pira Derbendî Raniya - Bingerd

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîn kevirê binyadê yê pireya derbenda Ranyayê - Bingerd de ragihand, “Ev dibe pireke stratejî, ji bo xizmetkirina vê deverê û hevkar dibe ji bo cotkar berhemên xwe bigihînin bazaran. Herwiha dibe pireyek ji bo geşkirina geştûguzarî û bazirganiyê.”

Mesrûr Barzanî got jî: “ji bilî vê projeyê, hejmarek projeyên din dê bêne cibicîkirin, wek cotsayda bazara Ranya, kolana 60 metrî ya Qeladizê, nûjenkirina dibistanên devera Raperînê û dirustkirina navenda penceşêra memik.”

Îdareya Germiyan:

Riya cotsayda Kifrî – Kelar yek ji 10 projeyên stratejîk bû ku ligel destbikarbûna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn ku kar tê de berdewam bibe. Niha ew proje bi karên xwe berdewam e û biryar e kêmtir ji du mehên bi dawî bibe û bê vekirin.

Di vê derbarê de Rêveberê Riyên Germiyan Ednan Xelîl ji K24ê re got: “Niha karkirin di vê pirojeyê de di qonaxa çaremîn de ye. Ev yek ji wan projeyên stratejîk e ku ji aliyê kabîneya nehem a Hikpmeta Herêma Kurdistanê ve biryar li ser hatiye dayîn û heta niha ji sedî 90 ji projeyê bi dawî bûye û kar lê berdewam e.”

Ev Proje bi 44 milyar Dînar e û dirêjahiya wê 34 kîlometir e, bi temamkirina projeyê re dê sektorên bazirganî, geştûguzarê geş bibin û bûyerên çûnûhatinê kêm bibin.