Amerîkayê li ser bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên Iraqê bertek nîşan da

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku Amerîka ji bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên sivîl ên Iraqê bi hêrs e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku Amerîka ji bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşanderên sivîl ên Iraqê bi hêrs e.

Ned Price diyar kir: “Em pêşwazî dikin li her hewldaneke hikûmeta Iraqê ya ji bo lêpirsîna li ser milîsan û wan grûpên ku êrîşî welatiyan dikin û li hember wê yekê rêgir in ku hemwelatî bi awayekî azad nêrîna xwe nîşan bidin û kombûnên aştiyane li dar bixin.”

Li gor zanyariyên çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, di du rojên borî de ji ber bikaranîna hêzê ji bo belavkirina xwepêşanderan li Bexdayê kesek hatiye kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.