Miheme Xelîl: Veguhastina DAIŞê bo Mûsilê, ji bo jenosaydkirina Şingalê ye

Qeymeqamê Şingalê hişyariyê ji veguhastina malbatên DAIŞê ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo parêzgeha Neynewayê dide.
Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl
Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Qeymeqamê Şingalê hişyariyê ji veguhastina malbatên DAIŞê ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo parêzgeha Neynewayê dide û dibêje: “Armanc ji veguhastina malbatên DAIŞê ew e, ji bo careke din Şingal bê jenosaydkirin.”

Hikûmeta Iraqê 100 malbatên DAIŞê yê Iraqî ji kampa Holê ya li Hesekê vegerandin û li kampa Ceda li başûrê Mûsilê bi cih kirin, vê yekê jî gelek nerazîbûn û karvedan li pişt xwe anîne.

Di wê derbarê de Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl got: “Veguhastina wan malbatên DAIŞê di vê qonaxê de, planek e ji bo careke din DAIŞ bihêz bibe û careke din deverên pêkhateyan yên wek Şingalê bêne jenosaydkirin.”

Miheme Xelîl diyar kir: “Ew 100 malbatên DAIŞê ne di deriyên fermî re derbas bûn û di dema veguhastinê de jî 6 malbatên serkirde û berpirsên DAIŞê hatin revandin.”

Herwiha got: “Ew hatin revandin, ji bo ku careke din bên birêkxistinkirin. Di vê derbarê em Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê şermezar dikin, li şûna ku malbatên DAIŞê yên tawanbar vedigerîne, bila koçberên Êzidî vegerandana û qerebû bikirina û navçeyên wan avedan kiribana, ne ku careke din birînên me vekin.”

Diyar kir jî: “Zêdetir ji hezar jin û zarokê Êzidî li kampa Holê ne. Ew ji ol û zimanê wan kirine û nasnameya wan winda kirine, heta niha hikûmeta Iraqê Êzdiyek rizgar nekiriye. Li hemberê Herêma Kurdistanê nivîsgeh ji bo rizgarkirina Êzidiyan vekirin.”

Qeymeyqamê Şingalê got: “Hikûmeta Iraqê dê wan 30 hezar kesan ji kampa Holê bînin, ta ku rewşa ewlehiya Mûsilê têk bidin.”

Herwiha hişyarî da û got: “Ew malbatên DAIŞê yên ji bo Mûsilê tên veguhastin, dê careke din xwebirêxistin bikin û şaneyên xwe yên nehênê ava bikin û hizra tundûtûjiyê bihêz bikin.”

Tekez kir jî: “Me daxwaz kiribû nasnameya Iraqî ji wan bê standin û li gorî yasayê bêne cezakirin û li devereke nehênî ya dûrî bajaran werin bicihkirin. Eger ew ji hizra tundûtûjiyê xelas bibana, dê hozên deverê dê rêz lê bigirtana. Lê tiştê heye ew e, Hikûmeta Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan plan kiriye û bertîl xwariye, ta ku van 500 malbatan bînin û hizra DAIŞê bihêz bike.”

Miheme Xelîl rexne li Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê girt û got: “Çima Nûnera Netewên Yekgirtî ji welatên Ewropa re nabêje bila ew welatiyên xwe yên DAIŞê vegerînin. Bila Nûnera Netewên Yekgirtî li şûna ku careke din van malbatan vedigerîne, bila herêma Şingalê avedan bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinek derbarê asayîkirina rewşa Şingalê bi Iraqê re kiriye, bila Nûnera Netewên Yekgirtî vê rêkeftinê cibicî bike.