Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsolê Giştî yê nû yê Siûdiyê kir

Konsolê Giştî yê Siûdiyê daxwaz û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şaneşîna Erebistana Siûdiyê yê nû li Herêma Kurdistanê Mihemed Bin Silêman El-Esîrî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bilî pîrozbahiya li destbikarbûna Konsolê Siûdiyê yê nû, hêvî xwast pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê di hemû waran de bi pêş ve biçin.

Konsolê Giştî yê Siûdiyê silav û rêza Şah Selman Bin Ebdulezîzî û Cihnişîn Mîr Mihemed Bin Selam gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û daxwaz û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên li Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di ware bazirganî û werberhênanê de.