Li Silêmaniyê kesekî bi nexweşiya Kivarka Reş jiyana xwe ji dest da

Rêveberê Xweparêziya Tendirustiya Silêmaniyê li ser vê mijarê zanyariyên nû dan.

Hewlêr (K24) – Li bajarê Silêmaniyê welatiyekî bi nexweşiya Kivarka Reş jiyana xwe ji dest da û Rêveberê Xweparêziya Tendirustiya Silêmaniyê li ser vê mijarê zanyariyên nû dan.

Rêveberê Xweparêziya Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Rizgar Elî ji K24ê re ragihand: “Em nûçeya mirina kesekî li Silêmaniyê bi nexweşiya Kivarka Reş piştrast dikin, ev nexweşî asayî ye û li cîhanê heye, bi taybetî li ser kesên ku temenê wan mezin e û bergiriya laşê wan kêm e, îhtimala pêketina bi vê nexweşiyê zêdetire.”

Dr. Rizgar Elî eşkere kir: “Ev nexweşî dema ku rojane bi sedan kes pêkevin, wê çaxê weke nexweşiyeke neasayî dê were dîtin.”

Rêveberê Xweparêziya Tendirustiya Silêmaniyê destnîşan kir: “Kivarka Reş weke her nexweşiyeke din li hemû cîhanê, mîna nexweşiyên AIDS, Kolera, Enflonza asayî tê dîtin û ti pêwendiya wê bi Koronayê tune.”

Dr. Rizgar Elî eşkere dike; nexweşê ku îro li Silêmaniyê bi Kivarka Reş canê xwe ji dest da, temenê wî 73 sal bû û nexweşiya wî ya şekirê hebû.

Herwiha diyar kir ku ev nexweşî cihê metirsiyê nîne û ji mirovan derbasî mirovên din nabe.