PAK: Em kuştina Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin

PAK: PKK bi çalakî û tevgerên xwe yên çekdarî yên li Başûrê Kurdistanê rê ji êrîş û planên Dewleta Tirkîyeyê re xweştir dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrîşa çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metîna li qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê şermezar kir û ragihand, PKK bi çalakî û tevgerên xwe yên çekdarî yên li Başûrê Kurdistanê rê ji êrîş û planên Dewleta Tirkîyeyê re xweştir dike.

Daxuyaniya Buroya Çapemenî û Ragehadinê ya PAKê:

Li gorî agahdarîyên heyî li navçeya Amedîyê ya Başûrê Kurdistanê li dor û bera Çîyayê Metîna, roja 05.06.2021ê, di encama êrîşeke hêzên PKKyê yên li ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê 5 Pêşmerge şehîd ketine, 6 pêşemerge ji birîndar bûne.

Em kuştin û êrîşa li ser pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin.

Sersaxîyê ji malbatên şehîdan, ji gelê me re dixwazin. Şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Dewleta Tirkîyeyê PKKyê ji xwe re dike behane û beşeke erdê Başûrê Kurdistanê dagir kirîye û her roj êrîşan tîne ser Başûrê Kurdistanê. Lê êrîşên Dewleta Tirkîyeyê di eslê xwe de tehdîteke ku li ser destkeftîyên federe yên  li Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirkîyeyê 98 sal e temama Bakurê Kurdistanê dagir kirîye, bi dehan caran qetlîam, wêranî li ser gelê Kurdistanê pêk anîye, lê hîna jî nikarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.Aşkere ye ku bi dagir kirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dê Dewleta Tirkîyeyê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike, dê nikaribe doza meşrû ya miletê Kurd ji holê rake. Dewleta Tirkîyeyê divê demildest dawî li dagirkerîya xwe ya li ser erdê Başûrê Kurdistanê bîne û rêzê li serwerîya meşrû ya Parlamento, Serokatî, Hikûmet,Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê bigire.

PKK jî bi çalakî û tevgerên xwe yên çekdarî yên li Başûrê Kurdistanê rê ji êrîş û planên Dewleta Tirkîyeyê re xweştir dike.

PKK divê demildest dawî li çalakî û xebatên xwe yên çekdarî yên li Başûrê Kurdistanê bîne; mafê PKKyê tuneye ku Başûrê Kurdistanê bike qada şerê xwe û  Dewleta Tirkîyeyê.

PKK, divê li hemû Başûrê Kurdistanê serwerî ya meşrû ya Palamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên  Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê qebûl bike û rêzê li biyarên wan bigire. Û divê li Şingal, Kerkûk û hemû axa ku mijara madeya 140ê ye jî li gorî biryarên Palamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên  Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê tevbigere. PKK divê dev ji êrîşên xwe yên li ser Hêzên Pêşmerge berde.

Aşkereye ku  Parlamento, Serokatî, Hikûmet,Wezareta Pêşmerge bi berpirsiyarîyeke mezin tevdigerin û heta ku ji destê wan tê, ji bo kêfa xêrnexwazan neynin, naxwazin şerê PKKyê bikin . Lê mixabin PKK bi eynî mesûlîyetê tevnagere;  hem rêzê li  serwerîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê nagire, hem bingeha şerekî di navbera  hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û PKKyê de çêdike, hem jî rê ji planên têkder ên Dewleta Tirkîyeyê û Îranê re xweştir dike.

Parlamento, Serokatî, Hikûmet,Wezareta Pêşmerge û hemû partîyên sîyasî yên  Başûrê Kurdistanê divê demildest bicivin û di heqê van êrîşên PKKyê û dagirkerî û planên Dewleta Tirkîyeyê ,Îranê  û Bexdayê  de divê sîyaset û helwesteke hevbeş ya niştimanî tesbît bikin û pêk bînin. Mesele ne meseleya partîyekê yan du partîyan e; xeterî li ser hemû destkeftinên Başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirkîyeyê baş dizane ku, bi xebata sivîl û sîyasî û demokratîk ve gelê Kurdistanê ketibû pêvajoyeke vejîn û rûnesanseke neteweyî, niştimanî.  Ji ber vê rastîyê jî  Dewleta Tirkîyeyê ji bo rê li ber xebata sîyasî, demokratîk, sivîl bigire, xwest berê hemû kurdan bide rêbazên şerî û tûnd û tûjîyê. PKK jî bi sîyaseta xwe ya şerî ve rê ji vê plana Dewleta Tirkîyeyê re xweştir kir, xweştir dike. Bi her awayî  îspat bûye ku nuha şerê çekdarî  yê PKKyê zerareke mezin dide doza neteweyî, niştimanî ya Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber wê jî divê hemû Kurd û Kurdistanî li himberî şerê çekdarî yê PKKyê bi yekdengî helwestê bigirin da ku PKK  şerê çekdarî  rawestîne .Şer û êrîşên  Dewlata Tirkîyeyê ne bi şerê çekdarî , lê bi tevgereke netewî, niştimanî ya girseyî, sivîl, sîyasî û demokratîk dikare bê pûç kirin.

Dewleta Tirkîyeyê  dê nikaribe pirsa Kurd û Kurdistanê ya li Bakure Kurdistanê bi şer û kuştin û operasyonên leşkerî  çareser bike. Pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke sîyasî ye, pirsa maf û azadîyên neteweyî , demokratîk yên miletê Kurd e. Ji bo çareserîyeke mayînde, wek gava ewil divê Dewleta Tirkîyeyê  dawi li operasyonên xwe yên leşkerî binê û bi hemû partîyên Kurdan re rêya dîyalogê û rêya çareserîya sîyasî veke.