Hak-Par: Nîzama dijî Kurdan li ser kar e

Ofîsa Çapemeniyê ya Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) li ser êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kir.
Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par)
Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par)

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Çapemeniyê ya Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) li ser êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û got: “PKK ketiye bin kontrola herêmî ya dijî Kurdan, hewldanên xwe yên ji bo tesfandina têkoşîna azadî û serxwebûnê ya Kurdan a li Rojava û Başûr dewam dike.”

Hak-Par di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Herî dawî di 5ê Hezîrana 2021an de li Metîna ku bi navê Serê Amêdî tê naskirin li navçeya Amêdiyê ya Duhokê PKKê bi roketavêjê êrîşî karwaneke pêşmergeyan a ku ji bo mayînan diçû li derdora baregehên ku hêzên pêşmerge lê bi cih bibûn kir. Mixabin di vê êrîşa xapînokî de roketek li wesayîta zirxî ya ku tîmên bêbandorkirina mayînan ên hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî (Hêzên Taybet) tê de bûn ket.  5 pêşmerge şehîd ketin, 6 pêşmerge jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “PKK di bin ferman û xizmeta herêmî ya dijî Kurdan e, bi êrîşên wiha li herêmê cih ji artêşa Tirk re vedike û xizmetê ji Tirkiyê re dike ku van deran dagir bike û qereqolan ava bike. Niha bi awayekî teqez tê zanîn ku PKK dixwaze artêşa Tirk li herêmên stratejîk ên di nava Herêma Kurdistanê de bi cih bibe. Ev êrîşa PKK'ê ne ya yekemîn e, lê beriya vê li Akrê, Sîdekan, Duhok û Zaxo gelek êrîşên bi vî rengî hebûn. PKK ji bo statuya rewa ya Başûrê Kurdistanê xera bike her tiştî hewl dide, gelek caran êrîşên bi heman rengî li hemberî hêzên pêşmerge dike.”

Di dewama daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Hak-Par bang li raya giştî ya welatparêz, demokrat, Kurd û hemû welathezan, sazî û rêxistinên welatparêz û her wiha ji bo beşên aştîxwaz û humanîst dike; Dem hatiye ku li dijî PKKê,  Kurd û Kurdistan bibe yek û bibin yek deng û yek dil. Divê welatparêz li hemberî hemû hewldanên dijminane yên PKKê hesas bin. PKK ketiye destê dijminên Kurdan, divê bi tundî were şermezarkirin, divê hêzên welatparêz ên li hemû parçeyan ji van êrîşên dijminane yên PKKê nerazîbûna xwe nîşan bidin û ji bo parastina destkeftiyên Li Rojava û Başûr bibin yek.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Weke HAK-PAR'ê em careke din dibêjin ku divê hewldanên PKK'ê yên ji bo ji holê rakirina mafên hatine bidestxistin ên li Rojava û Başûr bên tesfiyekirin û ev rêxistinbûna antî Kurd bê aşkerakirin. Divê PKK tavilê ji Kurdistanê bê derxistin. Em ji pêşmergeyên ku di encama êrîşa PKKê de şêhîd ketine re rehmetê dixwazin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û şifaya xêrê ji pêşmergeyên birîndar re dixwazin.”