Mihemed bê tirs maran ji malên welatiyan derdixe

Mihemed Casim nêçîra maran dike û alîkariya xelkê bi derxistina maran ji malên wan jî dike.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Mihemed Casim xwedî behreyeke cuda ye, ew nêçîra maran dike û alîkariya xelkê bi derxistina maran ji malên wan jî dike.

Mihemed Casim xortekî ji devera Til Koçer a li parêzgeha Hesekê ye û bê tirs maran digire, bi taybet marên ku dikevin malan. Mihemed dibêje ew ji maran natirse û ne her marek xwedî jehr e.

Mihemed Casim dibêje: “Ev ne tenê hezek ji girtina maran re ye, lê belê ev alîkariyek ji bo xelkê ye. Ev karekî xwebexş e û ti pereyan wernagrim. Kesên vî karî dikin gelekî kêm in bi taybet li parêzgeha Hesekê, ev yek sûdek ji xelkê re ye.”

Mihemed dibêje: “Niha dema zewaca maran e. Mar di vê demê de metirsîdar e. Mar dema li çolê be tenê sibeh û berya ro biça ava derdikeve. Dema li nava xaniyekî be her demê derdikeve, niha xwarin û giya li çolê nîne, ji ber wê mar berê xwe didin nava malan.”