Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Flanders civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serdaneke fermî gihîşt Belcîkyayê û ligel Serokwezîrê Flanders civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serdaneke fermî gihîşt Belcîkyayê û ligel Serokwezîrê Flanders John Jambon civiya.

Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê serdanê de ligel berpirsên pilebilind ên din ên Belcîkyayê bicive û guftûgoyan derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkyayê û berdewambûna hevkarî û hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi Pêşmerge re ji bo rûbirûbûna terorê bike.

Şanda bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Plandananê Dara Reşîd û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêk tê.