Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Belçîkayê civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji aliyê Serokwezîrê Belçîkayê ve hat pêşwazîkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 9ê Hezîrana 2021ê ligel Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo civiya.

Di civînê de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê û rewşa Iraqê bi giştî hat gotûbêjkirin. Herwiha li ser girift û astengiyên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê gotûbêj kirin. Her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiyê ji bo wan mijarên ku cihê girîngîdana her du aliyan in.

Serokwezîrê Belçîkayê pesnê Herêma Kurdistanê da û weke herêmeke zindî û bi bandor bi nav kir û amadebûna welatê xwe ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê nîşan da. Herwiha got ku ew dikarin di warê çandiniyê de alîkariya bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîrê Belçîkayê bal kişande ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federalî û ragihand ku di vê mijarê de ligel Serokwezîrê Hikûmeta Federalî di pêwendiyê de ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Belçîkayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam e di hevkarîkirina Pêşmerge ji bo rûbirûbûna DAIŞê de. Herwiha tekezî li girîngiya hemahengiya ewlehiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de kir di rûbirûbûna gefên DAIŞê de.

Di beşeke din a civînê de, pêngavên xweparastina ji Koronayê û helmeta lêdana vaksîna Koronayê hatin gotûbêjkirin û amaje bi girîngiya dabînkirina vaksînê ji bo nişteciyên Herêma Kurdistanê û penaber û awareyên nişteciyên Herêmê hat kirin.