Nêçîrvan Barzanî serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Ebû Dabî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro şemiyê serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Ebû Dabî kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro şemiyê 12ê Hezîrana 2021ê, di serdana xwe ya Îmaratê de, serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Ebû Dabî kir.

Di hevdîtinê de ligel Balyozê Iraqê yê li Ebû Dabî Muzefer El Cibûrî, pêwendiyên Iraq û Îmaratê û rewş û karûbarên rewenda Iraqê ya li Îmaratê hatin gotûbêjkirin û tekezî li girîngiya pêşvebirina warên hevbeş û hevkariya navbera her du welatan kirin.

Nêçîrvan Barzanî destxweşî li balyoz û stafa balyozxaneyê kir ji ber kar û hewldanên wan ên ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Iraqê û stafa balyozxaneyê, kêfxweşiya xwe ji ber serdana Nêçîrvan Barzanî bo balyozxaneyê nîşan da.