Firokeyên şer ên Tirkiyê li sînorê Pişder otomobîlek kire armanc

Çar kesên di nav otomobîlê de jiyana xwe ji dest dan.
Nêzîkî cihê bombebaranê
Nêzîkî cihê bombebaranê

Pişder (K24) – Li sînorê navçeya Pişder, di navbera gundên Gîre û Kanî Lan de, firokeyên şer ên Tirkiyê otomobîlek kire armanc û çar kesên di nav otomobîlê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gor peyamnêrê K24ê, otomobîlek ku çar çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê de bûn, ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve bûye armanc û hemû jiyana xwe ji dest dane.

Qaymeqamê Qeladizê Bekir Bayiz ji K24ê re diyar kir: “Di nav otomobîlê de 3 – 4 kes hatin kuştin û niha hêzên ewlehiyê ji bo derxistina wan û nasîna wan, dixebitin.”

Bekir Bayiz eşkere kir: “Ev cara ewil e ku firokeyên Tirkiyê van deverên nêzîk bombebaran dikin.”

Gundê Gîre 15 kîlometre li bakurê rojhilatê Qeladizê ya navenda navçeya Pişder a li sînorê îdareya Raperînê ye.