Aloziyên li ser sînor metirsî bo ser 50 deverên şûnwarî yên Duhokê çêkiriye

Aloziyên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û leşkerkêşiya artêşa Tirkiyê li dijî PKKê, 50 cihên şûnwarî yên li sînorê parêzgeha Duhokê xistine bin gefa jinavçûnê.
Duhok
Duhok

Hewlêr (K24) – Aloziyên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û leşkerkêşiya artêşa Tirkiyê li dijî PKKê, 50 cihên şûnwarî yên li sînorê parêzgeha Duhokê xistine bin gefa jinavçûnê.

Rêvberê Şûnwarên Parêzgeha Duhokê Bêkes Birîfkanî ragihand; 50 cihên şûnwarî yên girîng li Duhokê ketine xeta nakokiyên navbera PKK û artêşa Tirkiyê, eger neyên parastin, dibe ku ji holê rabin.

Bêkes Birîfkanî diyar kir: “Em li Rêveberiya Şûnwarên Parêzgeha Duhokê, me rêxistina UNESCO û gelek rêxistinên navdewletî agahdar kiriye ku bi hawara wan 50 deverên şûnwarî werin û ji îhtimala jinavçûnê biparêzin.”

Birîfkanî eşkere kir: “1400 cihên şûnwarî li parêzgeha Duhokê hene, cihên ku ji bo UNESCOyê gelek girîng in, ketine nav pevçûnên PKK û artêşa Tirkiyê, em heta niha jî nizanin çiqas zirar gihiştine wan deverên şûnwarî, ji ber em nikarin ji bo bipîvin, xwe bigihînin wan deveran.”

Artêşa Iraqê li ser vê mijarê ragihandiye ku ew wan deveran bi kamerayan kontrol dikin û hewl didin ku li wan deveran rûbirûbûn bi dawî bibin.

Ji 23ê Nîsana 2021ê ve artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyonên serbazî kiriye, ji ber şer û pevçûnan bi sedan gundên li wan deveran vala bûne û gelek zirarên maddî û manewî gihiştine xelkê wan deveran.