Li Tirkiyê 71 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 71 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 48 hezar û 950 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 16ê Hezîranê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 6 hezar û 221 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 548 kes nexweş ketine û bi giştî hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine, gihiştiye 5 milyon û 348 hezar û 249 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 4 hezar û 632 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 5 milyon û 215 hezar û 654 kesan.