Li Herêma Kurdistanê 8 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 466 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 466 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 466 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 112 kes li Hewlêrê, 185 kes li Silêmaniyê, 149 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 18 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 499 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 113 kes li Hewlêrê, 212 kes li Silêmaniyê, 103 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 178718

Mirin: 4390

Başbûn: 167189

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.