Wezareta Tendirustiyê amarên nû yên Koronayê ragihand

Di 24 demjimêrên borî de 473 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 473 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 473 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 88 kes li Hewlêrê, 199 kes li Silêmaniyê, 157 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku her du jî li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 488 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 123 kes li Hewlêrê, 211 kes li Silêmaniyê, 102 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 48 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 178252

Mirin: 4382

Başbûn: 166690

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.