Mesrûr Barzanî: Em ê pêngav bi pêngav çandinî û pîşesaziya Kurdistanê bi pêş bixin

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê bingehê yê projeya kargeha cotyar hat danîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehê ya projeya Kargeha Cotyar ya berhemanîna (fîngerên petate) de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Cotkarên petate yan genim diçînin, divê piştrast bin ku berhemên wan dê were saxkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Ev cure proje, gelekî girîng û stratejîk in, ji bo piştevaniya sektora çandiniyê û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê. Ji bo cîbicîkirina vê projeyê, spasiya kompaniyaya cibicîkar dikin ku bi piştgîriya Holendê dest bi cibicîkirina projeyê kiriye.”

Got jî: “Sala borî min serdana Holendayê kir û di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte me behsa piştgîrîkirina bernameya çaksaziyê ya Herêma Kurdistanê û baştirkirina aboriya Kurdistanê kir û bi kêfxweşî bi ser daxwaza me de hat û hemû amadehiya xwe bo alîkarîkirinê nîşan da, ji bo Herêma Kurdistanê di sektora çandiniyê de bi pêş ve biçe.”

Herwiha got jî: “Careke din spasiya Hollandeyê dikim, ji ber ku ne tenê ji bo pêşxistina aboriya Kurdistanê piştevan e, lê belê bi berdewamî piştevaniya hêza Pêşmerge di şerê li dijî teroristanê DAIŞê kiriye û piştevaniya çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de dike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Sektora Çandiniyê yek ji bingeha sereke ya pêşxistina aboriyê ya her welatekî ye. Her projeyek were danîn, alîkar dibe ji bo çendîn projeyên din ên pîşesaziyê. Di vê projeyê de jî bi hezaran derfetên kar ji cotkar û karkeran vê deverê re peyda dibe.”

Destnîşan kir jî, “Ev proje piştevaniyeke mezin e ji bo xelkê me pişta xwe bi xwe bibeste û neçar nebe berhemên biyanî bînin Herêma Kurdistanê. Ev jî piştevaniyeke mezin ji sektora pîşesazî û bazirganî ye, ji bo li Herêma Kurdistanê pêngav bi pêngav ber bi pêş ve biçe. Cotkarên petate ya genim diçînin, divê piştrast bin ku berhemên wan bêne saxkirin.”

Herwiha got: “Divê cotkar xema wê yekê nexwin ku çawa berhemên xwe bifiroşin. Hikûmet dê piştevaniya wan bike û berhemên wan werbigire û sax bike. Herwiha pêwendiyên me bi welatên dost û Ewropa  û re hene, ji bo bazareke derveyî ji berhemên Kurdistanê re bibînin û pêngavên baş di vê yekê de jî hatine avêtin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, “Rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de ya ji bo şandina budceya kurdistanê hatiye kirin, pêngaveke baş e ji bo zêdetir girîngî bi aboriya Kurdistanê re were dayîn û mûçeyên xelkê werin dayîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe ji bo pêşxistina barê jiyana hemû welatiyan. Di wê baweriyê de me, li Herêma Kurdistanê geşek heye ta ku bikarin aboriyê bi pêş ve bixin.”