Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Îtalya li Iraqê kir

General Francesco Principe: Herêma Kurdistanê jî da ku bûye cihekî aram ji koçber û penaberan re û cihê pêkvejiyana aştiyane li navçeyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19/6/2021 pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Îtalya li Iraqê General Francesco Principe kir ku bi boneya bidawîbûna erkê wî li Iraqê, serdana Serokwezîr kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Hikûmeta Îtalyayê ji bo piştevanî û piştgîrîkirina hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna teroristên DAIŞê de kir û hêviya serkeftinê jî ji General Francesco Principe re di erkê wî yê dahatî de xwast.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Îtalya li Iraqê amaje bi pêwendiyên dostane û dîrokî yên di navbera Kurdistan û Îtalyayê de kir û pesnê Herêma Kurdistanê jî da ku bûye cihekî aram ji koçber û penaberan re û cihê pêkvejiyana aştiyane li navçeyê.