Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê dike

Pêşhat û guherînên vê dawîyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Hezîrana 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller lê amade bû, behsa pêşhat û guherînên vê dawîyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin. Tekezî li giringîya berdewambûna çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û hevkarî û piştevaniya hêzên Pêşmerge ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hate kirin, ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramî û ewlehiya li navçeyê.

Di tewereke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê şertûmercên hilbijartinên bê yên Iraqê û pêwîstiya xweşkirina zemînê ji bo hilbijartineke pak û paqij hate kirin, ji bo maf û daxwazên hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê misoger bike.