Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Balyozê Amerîka li Iraqê: Herêma Kurdistanê mînakek ji bo aramî û geşbîniya beşên din a Iraqê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 21.06.2021 pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew H. Tueller û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û metirsî û gefên li ber proseya siyasî ya Iraqê hatin nirxandin.

Her wiha Balyozê Amerîka pirse û sersaxiya xwe bi Serok Barzanî gihand ku ji bo şehîdbûna wan Pêşmergeyên di dema derbasbûyî de bi destê çekdarên PKK hatibûn şehîdkirin û tekezî li wê yekê kir ku ji bo welatê wan, aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê giringiyeke xwe ya taybet heye û Herêma Kurdistanê mînakek ji bo aramî û geşbîniya beşên din a Iraqê ye.

Her di vê hevdîtinê de pêngavên yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û her wiha danîna navendên hemahengiyê yên di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî de ya ji bo rûbirûbûna gefa terorê bilind hate nirxandin.

Asta zanîngehên Herêmê û hewlên ji bo pêşxistina zanîngehên Herêmê û bandora wan ya li paşeroja Herêma Kurdistanê mijareke din a vê civînê bû.