Mesrûr Barzanî û Balyoza Australya li Iraqê rewşa Iraqê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Australya li Iraqê Paula Ganly kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Balyoza Australya li Iraqê Paula Ganly kir.

Di civînê de rewşa Iraqê bi giştî û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Australya de hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya geşepêdana weberhênan Australya li Herêmê û alîkariya bernameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê berfirehkirina jêderên dahatê hate kirin.

Rewşa kampên koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û xweşkirina rê ji bo vegera koçberan bo navçeyên xwe, tewereke din a guftûgoyên civînê bûn.