Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fîlîpînê li Iraqê dike

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyên di navbera pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Fîlîpînê re û rûbirûbûna gefên DAIŞ û terorê bi giştî hatin kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Balyozê Filipînê li Iraqê Generoso Calonge kir.

Di hevdîtinê de guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyên di navbera pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Fîlîpînê re û rûbirûbûna gefên DAIŞ û terorê bi giştî hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fîlîpînê li Iraqê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Fîlîpînê li Iraqê dike

Balyozê Fîlîpînê ji bilî pesndayîna qehremaniya Pêşmerge di rûbirûbûna teroristên DAIŞê de, amaje bi wê kir daxwaza welatê wî dixwaze sûdê ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna hizra tundrewî û terorê de sûdê werbigire.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez li girîngiya nehîştina sedemên derketina terorê kir ji bo rê li ber berfirehbûna teror û tundrewiyê were girtin.