Şêx Seîd û hevalên wî hatin bibîranîn

Di 96emîn salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de çalakiyên bîranînê û panel hatin li darxistin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Di 96emîn salvegera şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de çalakiyên bîranînê û panel hatin li darxistin. Di çalakiyan de bal hate kêşan ku Serhildana 1925an serhildaneke neteweyî ye û bang hate kirin ku divê êdî cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî werin aşkerekirin.

Li Diyarbekirê bi boneya 29ê Hezîranê Salvegera Şehîdkirina Şêx Seîd û hevalên wî de çalakiyên bîranînê hatin li darxistin, daxuyanî hatin dayîn û panel hatin pêşkêşkirin. Di Qada Şêx Seîd de jî ji aliyê Komeleya Şêx Seîd ve civînek çapemeniyê hat li darxistin. Di civînê de endamên malbata Şêx Seîd û parlementer amade bun.

Serokê Komeleya Şêx Seîd û andamê malbatê Kasim Firat amaje kir ku divê hemu Kurd hurgiliyên Serhildana 1925an bizanin û bidin zanîn û her wiha anî zimên di Serhildana 1925an de gelek Kurd hatin qetilkirin û Kurd bi kuştina naqedin û divê êdî ziman û çanda Kurdan were nasîn.

Kasim Firat ji K24ê re ragihand: “Eger em bixwazin tevgera Şêx Seîd Efendî fam bikin divê em bibînin ku Şêx Seîdê 63 salî di nava zivistanê de, bi hespê xwe, rahiştiye çeka xwe û serî hildaye. Divê Kurd berî her tiştî vê rewşê şîrove bikin û ji Kurdan re bibe mînak.”

Bi boneya bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî li Partiya Azadiya Kurdistan PAKê jî panelek hat li darxistin. Di panele de nivîskarên wek Kerem Serhedî û Tehsîn Sever teybetmendî û xalên girîng ên Serhildana 1925an parvekirin.

Nivîskar û Lêkolîner Kerem Serhedî da zanîn ku bi dokumentan jî teqez e ku armanca Serhildana 1925an Azadiya Kurdistanê ye.

Kerem Serhedî ji K24ê re diyar kir: “Serhildana 1925an serhildanek neteweyî ye, ne serhildanek olî ye. Yek ji mînakên wê jî ew e ku şêxek ê êzidiyan jî tê darvekirin û navê wî jî Şêx Şemo ye. Şêx Seîd dema kut ê girtin yekem îfadeya wî li Wartoyê tê wergirtin û jê re dibêjin armanca te çiye, ew jî dibêje Muxtariyeta Kurdistanê ye.”

Çalakiyek a bîranîna Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Partiya Maf û Azadiyan HakParê hat li darxistin. Di çalakiya HakParê de pankartên navê kesên ku hatibun darvekirin hatin berzkirin û bang li dewletê hat kirin ku arşiv û dokumentên cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nîşan didin werin parvekirin.