PDK bersiva “Mistefa Keresû” dide

PDK: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevger û guhartina cihên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê, moletê ji ti alî û kesekî wenagire.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ragihand, divê berpirsên PKKê çekdarên wan rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigirin. Destnîşan kir jî, şerê wan li dijî Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û dezgehên rewa yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê di daxuyaniyekê de ragihand, “Malpera (Rojnews) a PKKê çend daxuyaniyên Mistefa Keresû bi navê Endamê Konseya Rêveber a PKKê belav kirin. Daxuyaniyên Navborî, wek daxuyaniya hevalê wî Duran Kalkan yê berî hefteyekê ne, hemû xapandin û guhartina rastiyan û hewla xapandina raya giştî û gelê Kurd û Kurdistaniyan e.”

Di daxuyaniyê de hat: “Keresû wek hemû berpirsên PKKê, dixwaze revîna PKKê bo Herêma Kurdistan, şerfirotana bi Pêşmerge, hêzên ewlehiyê û dezgehên Herêma Kurdistanê û yasayên wê, bi nakokiyên navxweyî û şerê xwe û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi nav bike! Ev xapandin û berûvajîkirina rastiyane, naskirina mebestên PKKê ji van xapandinan, zîrekiyeke ewqas naxwaze.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê dibêje: “PKKê bi salan e ciwanên Kurd bi navê mafên Kurd û Kurdistanê ji rê dibe û ji bo armanca îdolojiyeke entîka de, şerê xwe bi wan dikin û wan didin kuştinê. PKK ji cîhanê re xuya dike ku ew hewl ji bo demokrakîtkirina Rojhilata Navîn didin û baweriya wan bi mafê netewî û xaka bi navê Kurdistanê nîne, lê dema tên pêş çekdar û malbatên wan, wê demê bi zimanê Kurdî behsa netewebûn û xebata netewî dikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Berpirsên PKKê û hemû cîhan dizane ku hebûna PKKê li ser xaka Herêma Kurdistanê, bûye perdeyeke neşîrîn ji bo dagîrkirina nerewa, wek tê zanîn jî take rê ji bo nehîştina vê perdeyê li ser vê nerewatiyê, nemana PKKê li wan cihan e û dawîkirina şerfirotana bi xelkê Herêma Kurdistanê ye.”

Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê diyar dike: “Divê berpirsên PKKê têbigihin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevger û guhartina cihên hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê, moletê ji ti alî û kesekî wenagire û divê PKKê rêzê li yasayên Herêma Kurdistanê bigire.”