Wezareta Derve ya Amerîkayê: PKK zarokan dike çekdar

Di raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokan dike çekdar.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di raporta salane ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokan dike çekdar û bi zorê wan tevî refên xwe dike û wan dişîne deverên şer.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di raporta xwe de eşkere kiriye ku PKKê li Şingalê bi sedan zarok kirine çekdar û bûne endamên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), ku grûpeke ser bi PKKê ye û wan zarokan ji bo şer dişînin Tirkiye û çiyayê Qendîlê.

Di beşeke din a raportê de hatiye gotin: “YPG ku grûpeke ser bi PKK ye, çekdarkirina kur û keçan didomîne, ku temenê hinek ji wan tenê 12 salî ye.

Ji bo xwendina hemû raportê bitikîne: