Talîban: Ji sedî 85ê axa Efxanistanê di destê me de ye

Şanda Tevgera Talîbana Îslamî ya Efxanistanê li Moskowê ragihand; ew %85ê axa Efxanistanê kontrol dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Tevgera Talîbana Îslamî ya Efxanistanê li Moskowê ragihand; ew %85ê axa Efxanistanê kontrol dikin.

Berdevkê Şanda Tevgera Talîbanê Şehabedîn Dilawer îro di konferanseke rojnamevanî de li Moskowê ragihand: “Em ê hemû rêkarên pêwîst bigrin ber xwe ji bo ku DAIŞ li Efxanistanê cîbicî nebe.”

Şehabedîn Dilawer destnîşan kir: “Em ji bo gotûbêja rewşa welatê xwe ligel Rûsyayê bikin, hatin Moskowê.”

Dilawer diyar kir ku tevgera wan ligel nûnertiya hemû çînên civaka Efxanistanê gotûbêj dike, da ku peykerê giştî yê dewleta Efxanistanê destnîşan bike.

Rûsya mazûvaniya şanda Tevgera Talîban a Efxanistanê kir û ragihand; ji sisêyan du axa sînorê Efxanistan û Tacîkistanê di destê Talîbanê de ye.