Alî Babacan: Piştî du sal û nîv Kurd hatine bîra Erdogan

Alî Babacan: Mafên Kurdan yên xwezayî bûne mijara bazara kirîn û firotinê
Serokê Partiya DEVA Alî Babacan
Serokê Partiya DEVA Alî Babacan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya DEVA Alî Babacan da xuyakirin, Erdogan ji ber xatirê proseya çareseriya pirsa Kurdî bûye serokomar, lê hevbeşên din yên proseyê di zîndanê de ne.

Serokê Giştî ya Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li Dîlokê di civîneke partiya xwe de ragihand, piştî du sal û nîv Kurd hatine bîra Erdogan ku serdana Diyarbekirê dike û got, proseya çareserî erênî bû, lê di proseya çareseriya de şaşiya herî mezin ev e, mafên Kurdan yên xwezayî bûne mijara bazara kirîn û firotinê. Hemû mafên rewa yên Kurdan bê bazar û nîqaşê helal û heq in. 

Babacan got, desthilat niha hebûna pirsa Kurdan red dike, lê aliyê din jî  behsa çareserkirinê dike. Da xuyakirin jî, li Diyarbekirê behsa mafê berxê dike, li Enqereyê jî li tenişt gur e û tiştek namîne.

Herwiha got, ji ber proseya çareseriyê niha Erdogan li ser desthilatê ye, lê aliyên din yên proseya çareseriyê di zîndanê de ne.