Malbatên qurbaniyên nexweşxaneya şewitî li termên merivên xwe digerin

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê heta niha termên bi dehan qurbaniyên Nexweşxaneya Husên a Nasiriye winda ne û malbatên wan termên merivên xwe digerin.

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Kurdistan24ê heta niha termên bi dehan qurbaniyên Nexweşxaneya Husên a Nasiriye winda ne û malbatên wan termên merivên xwe digerin.

Termên hinek qurbaniyên Nexweşxaneya Husên a Koronayê hatine dîtin û bi dehan termên din jî ne diyar in. Malbatên qurbaniyan ji Berevaniya Şaristanî daxwaz kirine ku ji bo dîtina wan terman alîkariyê bikin, lê ew piştî 12 saetan hatine hawara wan.

Berevaniya Şaristanî ya Nasiriye li nexweşxaneyê li termên qurbaniyan digerin, hat diyarkirin ku heta niha niha 33 term ne diyar in, termên ku hatine dîtin jî, nayên naskirin.

Gelek kes di bermahiyên nexweşxaneya şewitî de merivên xwe digerin, qerebalixeke mezin li nav nexweşxaneya şewitî çêbûye.

Di dema lêgerîna terman de, kesekî ku di destê wî de kîsek hebû ji nav bermahiyên nexweşxaneyê derket, nûçegihanê Kurdistan24ê jê pirsî ku gelo di nav kîsê wî de çi heye, kesê di destê wî de kîs hebû got: “Ev serê termek e, tenê ev maye”. Kesekî din jî ku di destê wî de jî kîs hebû got: “Divê em bi kîs terman kom bikin, hîn bi dehan term di nav bermehahiyan de ne, ev serî ye û ev jî lingên wî ne.”

Xelk ji hikûmeta Iraqê hêrs bûne, di destpêka şewatê de alîkarî hatiye xwestin, lê li gor gotina xelkê, piştî 12 saetan tenê 6 xebatkarên Berevaniya Şaristanî hatine ciyê bûyerê.