Neşet Zaza: Em Kurd bi yekrêziya xwe dikarin bersiva Beşar Esed bidin

Endamê Polîtburoya PDK-S Neşet Zaza: Beşar Esed hîn dixwaze Sûriyeya pêşerojê li ser xwînê ava bike.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza li ser gotara sûndxwarina destûrî ya Serokê Beşar Sûriyê ragihand, “Siyaseta Beşar Esed û rêjîma Sûriyê nehatiye guhartin û em Kurd tenê bi yekrêziya navmala Kurdî dikarin bersiva wî bidin.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro di merasîma sûndxwarina destûrî de gotarek pêşkêş kir û arasteyên xwe yên pêşerojê diyar kirin. Li ser gotara Serokê Sûriyê, Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza beşdarî bultena K24ê bû û beriva pirsên bêjer Cemal Batun dan.

Neşet Zaza got: “Gotinên Serokomarê, wek ên berî sala 2011an bû, wek ku tiştek li Sûriyê nebûye, şoreş çênebûye û ti guhartin rû nedane, wek ku milyonek kesan canê xwe ji dest nedane û 12 milyon kes koçber û penaber nebûne. Li pêş çavê Serokê Sûriyê nehat xuyakirin ku nirxê Lîreya Sûrî li hember yek Dolarê bûye 3500 û ji bo dubare avakirina Sûriyê, pêwîstî bi zêdetir 500 milyar Dolar heye.”

Destnîşan kir, “Ji gotara Serokê Sûriyê tê têgihîştin ku piştî 11 salan ji temenê şoreşa Sûriyê, hîn hizra wî nehatiye guhatin û ew ne amade ye ji çareseriya siyasî re û hîn dixwaze Sûriyeya pêşerojê li ser xwînê ava bike.”

Herwiha got jî: “Nakokiya me Kurdan bi rêjîma Sûriyê, cuda ye ji nakokiya opozîsyonê. Rêjîm û opozîsyon li ser desthilatê nakok in. Lê belê em Kurd, nakokiya me li ser pirsa hebûna gelê Kurd e û parastina mafên wî di destûrê de û awayê birêvebirina herêmên Kurdî ne. Lê rêjîm û opozîsyon tenê li ser dijberiya gelê Kurd digihin hevdu. Mixabin ti projeyên siyasî ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê li cem her du aliyan nînin, tevî ku rêkeftineke me bi opozîsyonê re heye, lê mixabin ew jî car caran xwe lê nake xwedî, lê eger em bibînin ku ew wê rêkeftinê cibicî neke, dê cihê me jî ne li aliyê wê be.”

Derbarê pirsa Kurdî de got: “Beşar Esed di gotara xwe de her çend e Kurd bi nav jî nekirin jî, lê destnîşan kir ku Kurdan du caran xencer li wan daye û ev jî nîşaneyên xerap in tê de heye. Wî got ku Kurd di bin siya Amerîka de kar dikin û careke din jî bang li xelkê herêmê kir ku eger li dijî wan welatan kar bikin, emê piştevaniya wan bikin û heta bi çekan jî. Li vir dixwazim bibêjim, tevî ku nakokiyên me bi PYDê şaxê PKKê li Kurdistana Sûriyê re hene, lê em dibînin ku ev daxwaza Esed ne li dijî aliyekî siyasî ye, belkû li dijî gelê Kurd e. Eger rêjîma Sûriyê bi rastî dixwaze danûstandinê bike, dê di destûra 2012an de hin mafên Kurdan tê de bianîna. Heta di vê gotara xwe de dê nîşan bida ku miletek heye û mafên wî miletî hene.”

Destnîşan kir jî, “Beşar Esed li ser neyekrêziya navmala Kurdî û neyekhelwestiya tevgera siyasî ya Kurdî li Kurdistana Sûriyê siyaseta xwe ava dike. Li hember gotinên Beşar Esed, divê em bi yekrêziya navmala Kurdî bersiva wî bidin. Eger em wiha nekin, dê metirsî li ser me Kurdan hebe. Em nikarin tenê siyaseta xwe li ser piştevaniyekî welatekî bihêz ava bike.”

Got: “Em hebûn û nebûna xwe ji Beşar Esed wernagirin, hebûna me hebûneke dîrokî ye û em li ser xaka xwe ya pîroz in. Yekrêziya navmala Kurdî û yekhelwestiya tevgera wî ya siyasî, dê mafên gelê Kurd di Sûriyeya pêşerojê de cibicî bike.”