Mihemed Bin Zayid cejnê li Nêçîrvan Barzanî pîroz dike

Di vê peywendiyê da birêz Şêx Mihemed Bin Zayid pîrozbahiya hatina cejna Qurbanê Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê xwest.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefoniyê ji aliyê birêz Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehiyan Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat ve pê gihişt.

Di vê peywendiyê da birêz Şêx Mihemed Bin Zayid pîrozbahiya hatina cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê xwest.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî spasî û cejnepîroziyê, hêviya xweşbextî û pêşketinê ji bo cenabê wî û gelê Îmarat û berdewamiya peywendiya dostaneya her du gelê Kurdistan û Îmaratê xwest.