Hêzên ewlehiya Iraqê waliyê Bexdayê yê DAIŞê desteser kir

Şaneya Ragihandinê ya Ewehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; hêzên ewlehiyê di operasyoneke taybet de waliyê Bexdayê yê rêxistina DAIŞê desteser kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewehiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand; hêzên ewlehiyê di operasyoneke taybet de waliyê Bexdayê yê rêxistina DAIŞê desteser kir.

Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewehiya Iraqê de hatiye diyarkirin: “Bi îzna Xweda û hewldanên Dezgeha Ewlehiya Niştimanî û weke temamkariya ji bo peymana me ya zalbûna bi ser terorîstên DAIŞê de û di operasyoneke taybet de bi zanyariyên pêşwext, hêzên Dezgeha Ewlehiya Niştimanî, piştî çavdêrîkirin û lipeyçûna li sê parêzgehên Iraqê, karîne kesê bi nasnavê Waliyê Bexdayê yê rêxistina DAIŞê desteser bikin.”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Terorîstê desteserkirî yek ji diyartirîn serkirdeyê DAIŞê ye û hejmarek postên di wê rêxistinê de birêve birine, yek ji wan herî girîng ku jê re 'Emîrê Giştî yê eyaletên Şam, Reqa, Badiye, Selahedîn, Bexda' dihat gotin û serkirdetiya gelek kiryarên terorîstî li dijî welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê kirine.”

Şaneya Ragihandinê dibêje: “Ew serkirdeyê DAIŞê plana encamdana rêze êrîşan li nav bajarê Bexdayê dariştiye, lê ji ber çavvekirîbûna asayîşa niştimanî, beriya plana xwe encam bide, plana wî hat pûçkirin.”