Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Mosko dest pê dike

Îro Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Mosko Paytexta Rûsya dest pê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hevkariya Dezgeha Kurdistan24 ya Ragihand û Lêkolînan, îro Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Mosko Paytexta Rûsya dest pê dike.

Endama Komîta Amadekar a festîvalê Gulîzer Gerdenzerî ji K24ê re got: “Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Mosko roja 21 Tîrmehê dest pê dike û heta 25ê heman mehê berdewam dibe. Heta niha 35 fîlm hatine hilbijartin ji bo beşdariyê di festîvalê de bikin.”

Gulîzer Gerdenzerî diyar kir, di festîvalê de hejmarek ji fîlmên dirêj û fîlmên kurt û belgefîlm ên derhênerên Kurd û derhênerên ji welatên din ên cîhanê beşdar in û dê bi riya online û bi zimanê dayikê ligel wergerandina bo zimanê Rûsî werin pêşkêşkirin.

Biryar bû Festîvala Navdewletî ya Fîlmên Kurdî li Moskoyê di meha Gulana sala borî de bihata kirin, ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê hatibû paşxistin.