Nûnerê Wezareta Pêşmerge beşdarî diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê dibe

Nûnerê Wezareta Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, beşdariyê di gera çarem a diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê de dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke leşkerî ya Iraqê bi endametiya nûnerê Wezareta Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, beşdariyê di gera çarem a diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê de dike.

Sibe 26/7/2021ê gera çarem a diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de li Washingtonê birêve diçe, li gor zanyariyan jî, di vê gerê de guftûgo li ser vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê tê kirin.

Di derbarê vê gerê de, Alîkarê Wezîrê Derve yê Iraqê Casim Ebdulezîz dibêje: “Ev guftûgo girîng in, ji bo kişandina nexşeya dahatî ya pêwendiyên stratejîk ên di navbera Iraq û Amerîka de.”

Got jî: “Şandeke bilind bi serokatiya Wezîrê Derve yê Iraqê beşdariyê di diyalogê de dike. Herwiha kesên pispor ên wezaretên cuda û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di nava şandê de hene.”

Derbarê beşdariya şanda leşkerî ya Wezareta Pêşmerge de ragihand, “Şanda bilind a leşkerî ya Iraqê, bi serokatiya Ferîqê Yekem Ebdulemîr Şemerî ye û Emîdê Rukin Hejar Omer jî wek nûnerê Wezareta Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê di nava şandê de ye.”

Aşkere kir jî: “Şanda leşkerî li Pentagonê kombûnek bi şandeke leşkerî ya Amerîkî re bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê General Lloyd Austin re kir.”

Di wê çarçovê de jî Nûnerê Wezareta Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê Emîdê Rukin Hejar Omer ligel efserê bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka û Paşkoyê leşkerî yê artêşa Amerîka li Iraqê General Phillips civiya. Biryar e jî li perawîza diyaloga stratejîk, çendîn civînên din bi berpirsên leşkerî yên Amerîkî re bike.

Ji aliyekî din ve û hevdem bi rêveçûna gera çarem a diyaloga stratejîk re, biryar e sibe Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bigihe Washingtonê û bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive.

Li gor zanyariyên rojnameya “New York Times”, Joe Biden û Mistefa Kazimî li Koşka Sipî dê peymaneke demkî derbarê dema vekişîna hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê îmze dikin.

Wê rojnameyê aşkere kir, li gor peymanê, hejmareke kêm ji wan 2500 leşkerên Amerîkî yên ku niha li Iraqê ne vedikişin. Herwiha pêdaçûnek ji rola hêzên Amerîka li Iraqê re jî tê kirin.

Li gor raporta wê rojnameyê, tevî kêmkirina sînordar a hejmara hêzên Amerîka li Iraqê, dibe ku erkê hêzên Amerîka jî were guhartin.

Di wê derbarê de, pêştir Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husê ji K24ê re gotibû, pirsa vekişandina hêzên Amerîka ji Iraqê, tenê hêzên şerker li xwe digire. Kişandina wan hêzan jî, qonax bi qonax dibe û piştî hilbijartinên Iraqê dest pê dibe.