Lêgerîna li xwe û li welat bi firçeya şêwekarê Kurd Nor Cafer
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwekar Nor Cafer Kurdekî Efrînê ye û zaroktî û ciwaniya xwe li Şamê paytexta Sûriyê derbas kiribû û li wî bajarî jî li Peymangeha Edhem Îsmaîl bi awayekî akademîk hunera şêwekariyê xwend.
Şêwekar Nor Cafer ji sala 1996an ve koçberî Almanyayê bûye û li wir jî (Medien Design) xwend. Nor Cafer ji sala 2004an ve xwe ji hunera şêwekariyê re vala kiriye û li Almanya, Fransa, Tirkiye û li gelek bajarên din ên Ewropayê, beşdarî di pêşangehan de kiriye.