Serok Barzanî pêşwaziya şanda Encûmena Lawên Kurdistanê kir

Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 27ê Tîrmeha 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya şanda Encûmena Lawên Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 27ê Tîrmeha 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya şanda Encûmena Lawên Kurdistanê kir ku ji Serokê Encûmen û nûnerên yanzdeh rêxistinên cemawerî yên lawên alî û pêkhatan û herwiha nûnerên rêxistinên nehikûmî yên warê karûbarê lawan pêkhatibû.

Di hevdîtinê de şanda mêvan bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên xwe de û herwiha plan û bernameya Encûmena Lawên Kurdistanê ya li ser pirsa bêkariya lawan û metirsiya maddeyên hişbir û herwiha bihêzkirina bîr û hizra neteweyî û rêxistina karûbarên lawan, ew jî di nav çarçoveyeke hevbeş de ji bo Serok Barzanî xistin rû û daxwaz jî kirin ku Serok Barzanî piştevanê hewl û çalakiyên wan be.

Di civînê de Serok Barzanî karê hevbeşiya rêxistinên lawan bi hengaveke gelek baş wesif kir û destxweşî li wan kir û palpiştiya xwe jî ji bo karên wan ragihand.

Di dirêjahiya vê hevdîtinê de Serok Barzanî derbarê pirsên siyasî û gefên li ber lawan û asoyên paşerojê de şîret û rûnkirinên pêwîst ji bo şanda Encûmena Lawên Kurdistanê xiste rû.