Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê kêm dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 18 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 18 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 4 kes li Hesekê, 4 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Leqê. 2 kes li Kobanê û 3 kes li Reqayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 3 haletên başbûna ji vîrûsa Koronayê jî hatine tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 18660 kesan, ji wan 1894 kes baş bûne û 764 kesan jî canê xwe ji dest dane.