Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê nû li Iraqê kir

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yên nû li Iraqê Alî Riza Guney kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li destbikarbûna Balyozê Tirkiyê yê nû kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Hewlêrê amade bû, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê hatin guftûgokirin û her du aliyan daxwaza pêşvebirina pêwendiyên di hemû waran de kirin.

Rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî, hilbijartinên dahatî yên Iraqê, rewşa pandemiya Covid-19 li Iraq û Tirkiyê, şerê li dijî terorê û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş jî, mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.