Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 28ê Tîrmeha 2021ê peyameke sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Rojhilat ê li Iraqê û cîhanê Mar Gorgîs Slîwa kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 28ê Tîrmeha 2021ê peyameke sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Rojhilat ê li Iraqê û cîhanê Mar Gorgîs Slîwa kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Birêz cenabê Patriyark Mar Gorgîs Slîwa, Patriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî:

Bi xemgînî ve min xebera koça dawî ya Xatû Penna Danyal Slîwa xuşka cenabê te bihîst. Sersaxî li cenabê te û malbata we dikim. Xwedayê mezin giyanê wê bixe ber rehma xwe û aramiyê bide we hemûyan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê