Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo Patriyark Mar Gorgîs Slîwa

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Rojhilat ê li Iraqê û cîhanê Mar Gorgîs Slîwa kir.
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Patriyarkê Dêra Rojhilat ê li Iraqê û cîhanê Mar Gorgîs Slîwa kir.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz cenabê Patriyark Mar Gorgîs Slîwa, Patriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî:

Bi xemgîniyeke mezin ve xebera koça dawî ya Xatû Penna Danyal Slîwa xuşka cenabê te gihîşte min. Sersaxî li cenabê te û malbata we dikim û ez xwe weke hevxemê we dibînim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê rehmetî şad bike û aramiyê bide we hemûyan.

Mesûd Barzanî

28ê Tîrmeha 2021ê