Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 3056 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3056 kes bi vîrûsa kKoronayê ketine, ji wan 749 kes li Hewlêrê, 749 kes li Silêmaniyê, 1469 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 64 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1436 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 227339

Mirin: 4750

Başbûn: 197181

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.