Li Efxanistanê li dijî baregeha Neteweyên Yekbûyî êrîş hat kirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand; îro baregeha wan a sereke ya li rojavayê Efxanistanê rastî êrîşa grûpekê hatiye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Neteweyên Yekbûyî ragihand; îro baregeha wan a sereke ya li rojavayê Efxanistanê rastî êrîşa grûpekê hatiye û di êrîşê de pasevanekî polîsê Efxanî hatiye kuştin û çend efser jî birîndar bûne.

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariya Efxanistanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îro beriya êrîşê şerekî dijwar di navbera çekdarên Tevgera Talîbanê û hêzên ser bi hikûmeta Efxanistanê de li derdora baregeha Neteweyên Yekbûyî rûda, piştre êrîş li ser baregehê hate kirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî hewl dide wêneyeke temam a êrîşê bi dest bixe û ji bo vê mebestê jî ligel aliyên pêwendîdar ên Efxanistanê di pêwendiyê de ye.

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyê de nasnameya çekdarên êrîşkar eşkere nekiriye û diyar nekiriye ku gelo ser bi Tevgera Talîbanê an aliyekî din ve ne.