3 kasibkarên Kurd li Tehranê hatin kuştin

Sê kasibkarên bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê li Tehranê hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê kasibkarên bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên Îranê li Tehranê hatin kuştin.

Rêxistina Mafên Mirofan “Hingaw” belav kir, hêzên çekdar ên Îranê şeva borî li bajarê Tehranê gule li hejmarek otomobîlên baran ên kesbkarên bajarê Seqizê reşandin.

Wê rêxistinê diyar kir jî, di encama wê êrîşê de, 3 kesbkarên ku di otomobîlekê de bûn hatin kuştin.

Li gor zanyariyên rêxistina Hingawê, navê kesekî ji wan kesên hatine kuştin Rizgar Huseynî ye û navê kesekî din jî Ehmed e.