WHO: Nabe doza sêyem a vaksînê werbigrin

Rêxistina Tendirustiyê ya Cihanî (WHO) ji ber welatên hejar daxwaza sekinandina doza sêyem a vaksîna Koronayê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Tendirustiyê ya Cihanî (WHO) ji ber welatên hejar daxwaza sekinandina doza sêyem a vaksîna Koronayê dike.

Serokê Giştî yê Rêxistina Tendiristiya Cihanê Tedros Adhanom Ghebreyesus eşkere kir ku divê bikaranîna doza sêyem a vaksîna Koronayê were sekinandin ji bo welatên hejar û aniha vaksîn bi tenê têrî ji %10 a şêniyên cihanê li berdest e.

Heta niha welatên weke Almanya û Îsraîlê biryar dane doza sêyem a vaksînê jî ji bo welatiyên xwe dabîn bikin ji bo parastina wan ji cûreya nû ya Delta ya Koronayê.

Tedros Adhanom Ghebreyesus amaje bi wê yekê kir ku eger welatên dewlemend doza sêyem bi kar bînin, dê vaksîn têrî welatên hejar neke  ku li wan welatên hejar rêjeya bikaranîna vaksîna Koronayê %1.5 e.